Kurd neteweyek in û Kurdistan jî welatek e



ALMANYA, 03/12 2004 — Rapora Yekîtîya Ewrûpayê ya Pêşketinê nîşan dide ko Tirkîye dê di 17ê Çileya Pêşîna 2004an de karibe tarîxeke mizakereyan bistîne. Heger bi derengî jî bixebite, pêvajoyeke hiqûqî û sîyasî heye û ev pêvajo li gora endametîya tam hatiye eyarkirin. Girankirina wê, heta rawestandina wê mimkun e, lê pir zor e ko bi temamî ji holê bête rakirin. Loma jî feyde tê de heye ko em hesabên xwe yên ji bo demeke dirêj li gora vê yekê bikin.

Ez di vê mijarê de naxwazim tercîhekê bikim. Lewre heta ko Kurdistan weke mêtingehekê di hindurê “Tirkîyeyê” de be, bi ya min, ne di cîh de ye ko mirov ji bo “Tirkîyeyê” tercîhekê bike. Ji bo min ji Tirkîyeyê bêtir, bê Kurdistan dê bibe çi û nebe çi balkêştir e. Bê guman, endametîya YEyê dê rewşa Kurdistanê jî tayin bike û pir giring e, lê bawerîya min ew e ko divê kurd xwedîyên nerîneke siyasî ya weha bin ko ew bi xwe di navendê de bin.

Ji bo metoda têgîhiştin û çareserkirinê, ji wê nerîna bi Tirkîyeyê ve endekskirî ko dibêje; endametîya “Tirkîyeyê” ji bo Tirkîyeyê çi qezencê peyda dike û ji vê çi para me dikeve bêtir, pêşkêşkirina perspektîfeke ko tevahîya Kurdistanê û girêdanên wê yên demnêz û demdûr derdixîne pêş, hîn rasyonletir e.

Feyde tê de heye ko rêxistin, kes û dezgehên ko li ser navê hêlên civaka kurd ên cur bi cur siyasetê dikin, berî hertiştî bi awayekî global berê xwe bidin vê pirsê. Em ne mecbûr in ko pirsa kurd li gora rewşa dewletên mêtingehkar tarîf bikin û daxwazên xwe li gora vê tesbît bikin. Kurd di mahneya xwe ya giştî de neteweyek in, gel in û welatekî wan heye ko navê wî Kurdistan e. Mafê vî neteweyî heye ko li welatê xwe azad be û qedera xwe bi xwe tayin bike. Heger sînorê hemû daxwazên me yên siyasî, ne li ser bingehê “naskirina nasnameyê”, tew qet ne di çarçoveya mafên ferdî û hwd de, lê li ser bingehê tayinkirina qedera xwe ya bi destê xwe be, dê mahneyeke wê hebe.
Li Tirkîyeyê tu statuyeke kurdan tune ye. Tew Kurdistan ne mêtingeh e jî. Ji ber vê yekê, ji bo Kurdistaneke ko di zikê Tirkîyeyê de têkeve YEyê, dê zehmettir be ko bêyî bi temamî wenda bibe, ji vê derê derbikeve.
Loma jî endametîya Komara Tirkîyeyê ya bi vî halî, di menfaeta wan de ye, lê ne di lehê me de ye... Lê neketina wan a YEyê jî ne di lehê me de ye.
Rapora Yekîtîya Ewrûpayê kurd li ser bingehê “mafên hindikayîyê” tarîf kirine û YEyê di belgeyên xwe yên bingehî yên heta niha de jî ji derveyî konsepta “mafên mirovan” tu konsepteke din dîyar nekiriye. Ev yek ji bo helwêsta Ewrûpayê ya di warê pirsa kurd de fikrekê dide mirovî.
Bê şik, normên Yekîtîya Ewrûpayê di her halî de, li gel nerînên Komara Tirkîyeyê yên nijadperest û kurdnenas bi tu awayî naguncin. Pir eşkere ye ko ji alîyê nasnameya gelê kurd ya etnîkî ve, ew ê mecbûr bimîne ko dev ji wan polîtîkayên xwe berde ko li ser bingehê înkarkirinê hatine avakirin. Ji xwe, ji ber vê ye ko Tirkîye bê rawestan minaqeşeyên “binnasname – sernasname” û “hindikayî – unsûrê eslî” dike û dixwaze vê rewşê formule bike.

Bê şik, bi endametîya Tirkîyeyê ya YEyê ve di warê çareserkirina pirsa kurd de, dê hin başkirin bêne peyda bibin. Lê belê, ma bedela van “başkirinan” dê li welatê xwe heta û heta berdana dev ji azadîya xwe û serdestîya xwe be? Gava mirov bala xwe dide welatên YEyê ko pirsên neteweyî hê jî mîna bi awayê dema berê berdwam in, hingê mirov digîhêje wê qenaetê ko ji bo xweşbînîya kurdan tu sedemê nabîne. Pirsên Îrlanda, Bas û Korsîkayê hê jî berdewam in. Di pêvajoya belavbûna Yûgoslavyayê de, di warê pirsên neteweyî de, helwêsta YEyê ya bêkêr û durû hê jî di bîra mirovan de ye.

Rêya Yekîtîya Ewrûpayê ji bo tevgera kurd ya neteweyî û demokratîk guhartinên dê giring peyda bike. Ya yekem ew e ko bakurê Kurdistanê dê bi rêya Tirkîyeyê bibe mêtingeha Ewrûpayê ya hevbeş.

Divê mirov li ser encamên wê yên demdirêj raweste ko sînorên YEyê dê bigîhêje wan sînorên sunî ko Kurdistan dabeş kiribû. Ev ji alîyekî ve dikare bête mahneya ko dabeşkirina Kurdistanê dê kûrtir bibe û ji alîyê din ve jî dikare li herêmên kurdan yên federal ko di bin destên Iraq û Îranê de ne, zorê bide hewesên ko dixwazin di rêya kurt re “daxilî sînorên YEyê” bibin. Ji ber vê yekê jî ev tête wê mahneyê ko YE li Rojhilata Navîn êdî di pirsa Kurdistanê de, dê bibe yek ji wan mixetab û terefdarên eslî.

Divê tevgera kurd ya neteweyî bi van senaryoyên muhtemel û bi hesabên ko qayişkêşîya navbera YE û DAYê jî dikare xurt bibe, serê xwe bi stratejî û polîtîkayên alternatîf biêşîne.

Divê tevgera kurd ya neteweyî YE jî bike mixataba xwe û têkoşîna xwe ya bidestxistina statuya siyasî bilind bike. Daxwaza herî kêm ew konsepta self-determînasyonê ye ko ku kurd tê de neteweyek in û Kurdistan jî welatek e... Heger Tirkîye bêyî ko tu statuyekê bide kurdan, karibe têkeve YEyê, bi rastî jî heyfa wan eziyetên ko ev 50 sal in em dikişînin.

-----------------------------------
Ev nivîs ji alîyê 
Mustafa Aydoganî ve ji tirkî hatiye wergerandin


Yorumlar