Efsaneya Kawa Wekî Fîgura Propagandayeke Sîyasî

Newroz  cejneke  mîtolojîk e û li Asyaya Rojava ji Kafkasyayê heta Kurdistanê,   li cografyaye ke berfireh a Mezopotamya û deşta Îranê ji alîyê hemû gelên herêmê ve wekî cejneke çandî û kevneşopî tê pîrozkirin.

Lê wateya Newrozê ji bo gelê kurd ji gelên din cuda ye. Newroz ji bo gelê kurd ji kulturî û kevneşopîyê wêdetir wateya xwe ya polîtîkî heye; ew êdî îro ji bo hemî  kur- dan cejneke neteweyî û sembola serhildanê ye. Em dikarin bibêjin Newroz êdî bûye "hîmê bingehîn" a neteweyîbûyîn û nasnemeya kurdî.

Şahîyên Newrozê her diçe hîn zêde- tir wekî ahengên polîtîkî tên pîroz- kirin. Di demên ku tehde û şîdeta dewletê herî zêde bûye de jî kurdan hewl daye ku wekî manîfestoyeke neteweyî avakirina sazî û dezgehên xwe, derxistina kovarên xwe û ra- perînên xwe yên polîtîk di 21ê adarê de bidin destpêkirin.


Di heman demê de di tevgera têkoşîna neteweyî ya kurdan de figûra Kawayê Hesinkar ji salên 1970î vir ve ji lehengekî mîto- lojîkî wêdetir bû wekî sembola çînên kedkar. Vegotina mîtolojîkê bi wateyeke çînî hat îzehkirin; Ka- wayê Hesinkar veguherî figûreke "pêşengê proleter a şoreşger" ku di tevgera rizgarîya neteweyî de serokatîya sîyasî ya sosyalîstan temsîl dikir.

Mazlûm Dogan di newroza 1982an li zîndana Amedê li dijî sîstema îşkencekirinê çalakîya canfedayîyê li dar xist û ji ber vê çalakîya xwe jî wekî Kawayê ser- dem hate qebûlkirin; ji bo nifşên nû bû îdol. Ev bûyer jî di nav  refên PKKê û têkoşîna gerîlayan de dîyardeya nûjenkirina mîtolo- jîyê bo sîyasetê ye.

Li Kurdistanê ji salên 90î vîr ve pîrozkirinên girseyî û mezin yên Newrozê, bû zemîna îfadekirina protestoyên sîyasî û bilêvkirina daxwazên neteweyî. Ev çalakî ji bo tevgera kurdî a azadîxwaz bi qasî ku qada xweîfadekirina sîyasî bû, qada têkojîna li dijî çanda serdest   a kolonyalistan bû jî. Armanca vê têkoşînê pêkanîna qadeke serbixwe a çandî û hûnerî bû. Ev têkoşîn ji alîyekî din ve jî li dijî xwedîderke- tina dewleta Tirk a "Nevruz"ê bû qadeke şer a îdeolojîk.(1)

Lê hewldan û israra karînên sîyasî yên Tirkîyeyê bo "Nevruz"kirina Newrozê, li gel pêngavên qedexe- kirina pîrozbahîyan û merasîmên dewletê ên "Nevruz"ê jî bê encam man; ji alîyê gel ve nehat pejirandin.  Merasîmên  fermî  ên dewletê veguherî   parodîyên   komîk   ku li meydanên  bajaran  hin  burokratên bi qatlix xwe ji ser agirên qels ve qewz didan.

Li ser kartpostalên rûpela rast

1.            Di kartpostalên Şerê Propagandayê ya Dinyayê de Kawa û Dehaq
2.            Hin mînakên din û kevn hene ku têde efsaneya Kawa û Newrozê di çalakîyên propagandayê de wekî figureke sîyasî hatîye bikaranîn
Hinek ji van mînakan li Îngilistanê di dema şerê cihanê ya duyem de, di 1942an de, di kartpostalên ku bi armanca propagandaya li dijî Îranê hatine amadekirin de tên ditîn. Vê berhemê di pêşangeha bi mijara "Propaganda: Power and Persuasi- on" ku ji alîyê gruba xebatê a Asya û Afrikayê ya British Libraryê di 23yê gulana 2013an de li Londrayê hatibû lidarxistin de cih girt.

Ev 6 kartpostalên ku ji alîyê huner- mendê misirî û hevwelatîyê Brîtan- yaya Mezin karîkaturîst KEM/Kimon Evan Marengo (1904-1988) hatine çêkirin; di  van  berheman  de li minyatur û mîtolojîya Kawa- Newroz a di berhema "Şahname" ya şaîrê îranî Fîrdewsî de ye, xwezî hatîye anîn.(2) Di van kartan de Hitler wekî qiralê zalim Dehak/Zehak tê teswîrkirin.

Li dijî Almanyaya Hitler û propa- gandayên derbarê Îranê de fikra feyzgirtina  ji  çîrokên   mîtolojîk ên qehremanî yên Îranê aîdê miro- vê zanîst Mojtaba Minovi (1903- 1976) ye. Minovi di beşa farsî ya BBCyê de dixebitî û kovara ku piştgirîya mutefîkan dikir "Ruzgari New" derdixst. Li ser vê saloxda- na Minovi figurên di Şahnameyê de ji alîyê karikaturistê berhemdar a afîşên propagandaya Îngilistanê KEM ve li gorî aktorên şerê din- yayê ya duyem hat adaptekirin. (3)
KEM, di pêvajoya şer de ji bo We- zareta Înformasyonê bi armanca propagandayê bi hezaran karîkatur û fîlmên kartonî çêkir.

Dehaqê wê demê Hitler e; baş e Kawa kî ye?

Qiralê zalim Dehaq/Zehaqê di van kartpostalan de Hîtler e. Her du marên ser milê wî jî yek dîktatorê Îtalyayê Mussolînî ye, zê din jî dîktatorê Japonî Tojo ye. Wezîrê propagandaya nazî Goebbles jî wekî aşpêjê ku ji bo  marên  Hit- ler mêjîya xortan dipijîne hatîye destnîşankirin. Sê şervanên ku dikevin xewna Dehaq jî  Churchill, Stalîn  û  Roosevelt  in.  Rêberê gel yê  rizgarker  Kawa bi  tu kesanîyê dîrokî  re  nehatîye  şibandin, lewra ew ne kesekî dîyarker e. Ew di dil  û mêjîyê hemî kesên belangaz de "rihê serhildan"ê ye.

Li gorî efsaneya ku di "Şahname"yê (PZ. 977-1010)(4) de cih digire hi- kimdarê pers Cemşîd dema xwe wekî Xwedayê ku xwe bi qasî rojê mezin dihesibîne, Xwedê Dehaqî belayî serê wî dike; ew kesekî zalim, xwînrêj û şeytanî ye. Li qesra Cemşîdî bi cih dibe. Marên ser milên xwe bi mêjîyê ciwanan xwedî dike.
Wijdanê aşpêjan destûr nade ku Dehaqê zalim her roj mêjîyê du ci- wanan bide marên xwe. Aşpêj her roj ji du ciwanan yekî azad dikin û wan dişînin deverên dûr daku bire- vin û xwe bispêrin çîyayan; ji dêlva mejîyên ciwanên ku azad dikin bi mêjîyê berxekî wî dixapînin. Her ku zilma Dehaq didome hejmara ciwanên li çîyan jî zêdetir dibe.

Li vê dera efsaneyê, wekî lehen- gekî îranî Gave/Kavehê Hesinkar derdikeve holê. Bi behaneya kurê xwe yê yekane qurbanî Dehak bike dikeve qesrê û Dehaqî têk dibe. Mizginîya vê bûyerê bi vêxistina agir digihîjîne gel; bi agirên ku li her deverî tên vêxistin xelk hevû- du haydar dikin û dawî li desthila- tdarîya zilmê tînin; ji zilmê rizgar dibin.

Di dewsa Dehaq de kurê Cemşîd  yê aştîxwaz Ferîdûn dibe hikimdar. Lê ew Dehaqî nakuje, ji bo ku heta hetayê di nava êşê de bimîne wî li Çîyayê Demawend heps dike. Ala- ya ku nîşaneya hikimdarîyê bû, pêştimala hesinkar a bi rengên kesk, sor û zer xemilandî bû. Ya rastî ev bûyer şerê di navbera Xwedayê xi- rabîyê Ahrîmen û Xwedayê başîyê Hurmuz de teswîr dike. 21ê adarê ku dawî li şevên tarî, zivistan û tarîtîyê tîne û destpêka biharê ye, ji ber vê sedemê wekî rojeke nû, bihar û destpêka sala nû tê pîrozkirin.

Di salên 90î de rewşenbîr û dîrok- zanên kurdî li ser efsaneya Kawa û Newrozê niqaşên gelek dûrûdirêj kirine; bûyer û qehremanên efsa- neyî kesanîyên rastîn in an na?(5) Fîrdewsî nasnameya etnîkî ya Ka- wayê hesinkar wekî îranî dest nîşan dike; ciwanên ku ji zilma Dehaq revîyane û xwe  spartine  çîyayan  jî wekî pêşîyên "qewmê kurdî yê îroyîn" îzeh dike.(6)



Li alîyê çepê: Hîtler wekî qiralê zalim Dehak hatîye çêkirin. Wezîrê propagandayê Goebbels ku wekî aşpêjê Hîtler hatîye destnîşankirin, di eslê xwe de Xwedayê xirabîyê Ahrimen e. Rûyên marên ku li ser milên Dehaqî ne jî wekî rûyên dîktatorê Îtalî Mussolînî û dîktatorê japonî Tojo hatine destnîşankirin. Dara ku li paşîyê ye hişk bûye.




















Li alîyê rastê: Dîlgirtina be- langazan a ji alîyê Dehaq-Hitler ve, îşkence li gel tê kirin û qurbanîkirina ciwanan hatîye nîşandan.


























Li alîyê çepê: Dehaq-Hîtler di xewna xwe sê şervanên ku dê bibin sedema kuştina wî dibîne. Lê vê derê sê şervan wekî Churchill, Stalîn û Roosevelt hatine teswîrkirin.


























Li alîyê rastê: Kawayê ji bo gelê Îranê sembola azadîyê ye li hemberî Dehaq radiweste; Kawa rihê serhildanê, pêşmala wî ya hesinkarî ya wekî ala bilind kirîye jî serkeftina başîyê ya li dijî xerabîyê temsîl dike. Dara li paşîyê jî şîn bûye.
  






















Li alîyê rastê: Dehaq-Hitler tevî marên ser milên xwe, Mussolini û Tojo, ji alîyê gelê Îranê ve bi Çîyayê Demawend ve tên mîxkirin. Serokên dewletên hevbend wekî  ku desthilatdarîya hikimdarê aştîxwaz Feridûnî sembol bikin,  bi nîzama merasîmê dimeşîn. Alayên SSCB, Amerîka û Îngilis- tanê wekî sembola rizgarîyê li ser axa Îranê ye.(8)












(1)          Delal Aydın, "Mobilizing The Kurds in Turkey: Newroz as a Myth" (Li Tirkîyeyê mobîlîzekirina Kurdan:  wekî  efsaneyeke Newroz.), ODTÜ, Sosyal Bilimler Enstitüsü’nde 2005 yılında kabul edilmiş master tezi
(2)          Şahname’de 2010 yılı sergisi, Fitzwilliam Müzesi, Cambridge
(3)          Nur Sobers-Khan, Asian and African Studies; Ursula Sims Williams "The Shahnameh as propaganda for World War II" 23.05.2013, https://britishlibrary. typepad.co.uk/asian-and-african/2013/05/ the-shahnameh-as-propaganda-for-world- war-ii.html
(4)          Firdevsî, "Şahnâme", Kabalcı Yayınevi,
Istanbul, 2009
(5)          Cemşid Bender; "Kürt Tarihi ve Uygarlığı" Kaynak Yay. Istanbul 1991; Gür- dal Aksoy, "Kürt Dili ve Söylenceleri" Öte- ki Yay.; Gürdal Aksoy, "Bir Söylence Bir Tarih: Newroz",Yurt Yayınları, 1998;W.N.Torî, "Kawa Efsanesi" Koral Yay. Istanbul 1992; S. Bulut; Arkeolojiden Demirci Kawa’ya Işık, Komal Yayınları, 1996, Istanbul
(6)          600 sal berî niha Emîrê Bedlîsê Şeref Xan di Şerefnameya xwe de (1597) behsa efsaneya ku nijada gelê kurd ji xortên ku ji zilma Dehaq revîyane û xwe spartîne çîyayan tê, dike. Lê di vê berhema xwe de qet behsa Kawayê Hesinkar, Cemşîd û Ferîdun nake.
7) A. Wynn. ‘The Shāh-nāme and British Propaganda in Irān in World War II’, Ma- nuscripta Orientalia 16/1 (June 2010)
(8) Wêne: Kimon Evan Marengo (KEM), 1942, Postcards in the Persian language, produced by the Ministry of Information., COI Arşiv PP / 13 / 9L.,The British Library Board (kartên ku di pêşengehê de cih gir- tine tevî şîroveyên kitêbxaneyê.)

Wergera ji tirkî: Nedîm Baran


Li Le Monde diplomatique kurdi de hatîbu weşandin.

Yorumlar