Cografya ya Asyaya Pêşîn ku em lê dijîn, di sedsala derbasbûyî, di sala 1915an de şahidê ji qirqirinek herî mezin bû. Gelê Ermenî, Asûrî-Sûryanî, Rûmên ji Pontus, Helen ên Asyaya Pêşîn û Kurdên Êzidî, bi darê zorê ji warên xwe hatin sirgûn kirin, bê war û bêwelat man. Ji ber tehcir û qirkirinên girseyî ku heta salên 1922an berdewam kir, bi awayek plankirî û sîstemî bi mîlyonan mirov hatin tune kirin. Yên mayî bûn girseyên penaber û bêwelat. Jin û zarokan bi darê zorê wek xulam û cariye hatin bikar anîn. Mal û milkên wan hatin çopandin, warên dîrokî û kulturî hatin wêran û talan kirin.
Jenosîda 1915, bi awayek sîyasî ji aliyê birêvebirê Ittihat-Terakki ya dewleta Osmanî ve hate plan kirin. Hevgirtiya Osmanî ya împaratoriya Alman, di serpiriştiya giştî ya leşkeri ya Osmanî di pêlinga krîtîk de bûn. Gelên ku bêwelat mabûn, hatibûn sirgûn kirin û tune kirin, ji bo berjewendiya sratejiya vê itifaka Emperyal xizmet dikir. Di serî de ji aliyê Teşkîlat-i Mahsûsa(rêxistina taybet) û cendermeyên Osmanî, birokrasiya sîvîl û leşkerî û hevkariya alaya Hemîdiye ve hate meşandin. Bangên cîhada îslamî û fetvayên qetlîaman jî pê re hat.
Ew ne tenê sucê birêvebirê Ittihat Terakî ya Tirkîtî-tûranî ye. Dewleta Kemalîst a Komara Tiriye jî bi berpirsên kadroyên jênosîdê ve li ser vê mîrata bi xwîn ava bûye. Loma jî yên ku di encama jenosîdê de feydedîtin diyar in.
Eşraf û mutegalibeyê kurd ên hevkar jî tev li jenosîdê bûne, ji talanê paya girtine. Ewana piştre hevkariyên xwe bi Kemalîstan ve „li dijî tehtîda Ermenî“ berdewam kirin, fermana dardekirina gelên xwe jî pêkanîn. Bi birokrasiya Komara Kemalîst ku temînata navnetewî girtibû, li dijî gelê kurd jî tevkujî û seferên sirgûnê dan meşandin.
Ligel
bûyerên ku li ber çavên hezaran mirov, bi sedan dîplomat, dîroknas, hiqûqnas û
li ber çavên organîzasyonên alîkar yên rojavayî qewimî, ligel hebûna belgeyên
bêhejmar û pevnîvîsî yên bi zimanên cûrbecûr di arşîvên welatên cuda cuda de
bûn, lê dewleta tirk bûyera jenosîdê înkar dikir. „Tehcîr“ ji aliyên wan wek
tedbîrek guhertina ciyek basît ku ji ber şer derketibû holê, dihat parastin.
Dewleta tirk li ber gengeşîkirina vê bûyerê de dibû asteng, zor dida ku
derdorên akademîk li paralelên têzên resmî berhem bidin, ku diviya wan mercan
zanistî biafiranda. Her mixabin,
ji bo înkara jenosîdê ji bo dîtina derdorên pêşverû, demokrat û rewşenbîrên amade de zehmetî nakşînin.
Jenosîd,
raçînka dîrokî-civakî; dewlemendiya çandî ya cografya ku em lê dîjîn, wêran
kiriye. Li ser yên ku jenosîdê jiyane û ser nifşên paş birînên kûr vekiriye, ku
şopa wan hê îro jî nayê girtin. Hewldana avakirina tiştên li ser xwîn û talanê, bêberhem, nêlêhatî
maye. Jenosîda 1915, lekek li eniya civakên me hatiye lêdan.
Hetanî ku jenosîd di wîcdana civaka me de neyê mehkum kirin, paqijkirina vê leke ne mumkin e. Jiber ku ev înkar, atmosfera di navbera mexdûrên gelên jenosîdê û me de jehr dike, hezekek, ku fanatîzm û şovenîzmê diafirîne, çêdike.
Divê neyê ji bîr kirin, di bingeha pirsgirekên siyasî û civakî ya herêma me, orgenîzebûna paşverûtiya mîlîtarîzm de polîtikayên jenosîdê hatiye meyandin.
Ger em qetla jenosîdê ku li dijî gelan hatiye kirin, rû bi rû neyên, em çi dikarin bibin demokratên dilsoz, çi jî em dikarin şansa despêka avakirina paşerojek hevpar û hêvîdar bi tevî ol, gel û netewên ku li cografyaya me dijîn, bi dest bixin.
Hetanî jenosîd, wek rastiyek dîrokî neyê dîtin, di wicdana gel de neyê mehkum kirin, ji bo pêçandina birîna jenosîdê em berpirsiyariya dîrokî xwedî dernekevin, ji bo şikenandina bandora zihniyeta jenosîdê li ser civak, tekoşînek dûr û dirêj û berfireh neyê dest pê kirin, tu hêzek siyasî di vê rewşê de nikarin biserkevin. Bi hebûna bihuriya jenosîdê ve, li hember mexdûrên gelê jenosîdê ger civakek şerm û xemginî tunebe, li benda alikariya hêjayên demokratîk man jî bibe mucîze.
Em
li vir ne tenê berpirsiyariya siyasî herwiha li ser berpirsiyariya civakî jî
bal dikşînin. Gava di qada cografyayek mezin de ew bûyerên trajîk dihate jiyîn,
qurbanên gelê jenosîdê gava ber bi tunebûnê ve diçûn, mirovên ku bi wan re li
bajar, li gund, li tax, li kar, çarşî û bazarê parve dikir; Tirk, Kurd, Çerkez,
Laz, û civakên din ên misilman çi dikirin? Netewe, eşîr, hemdîn yan jî malbatên
me di wexta bûyera jenosîdê de li ku bûn? Ew bi çiqasî tev li wê sucê bûn? Ew di
encamê de feyde dîtin? Ew qurban bûn yan faîl? Gelo ew di tunebûnek berfireh
de wek temaşeger, hevpar nebûn?
Em di wê
baweriyê de ne ku bi çiqasê sucê jenosîdê nezikê me ye, divê ewqas jî em pê re
rû bi rû bên.
Ger em bikarin dest bi pirsiyarekî sîvîl ji malbat, eşîr û civaka xwe bikin, em dikarin lîstika kesên ku bi awayek sîyasî dibin asteng, xerab bikin.
Em jenosîda 1915ê ne tenê wek fenomenek politik dibînin, herwiha li gor me ew wicdan û îdraqa civakên me jehr dike. Bi gelên mexdûrê jenosîdê re diyalog, pêdiviya baweriyek rastîn heye. Gava yekem li rastê bêtirs û rû bi rû hatina dîroka me ye. Di navbera gel, dîn û çandan de dostaniyek rastîn, bi nasandina vê mîratê bibe.
Ji ber vê yekê em kesên ku li jêrê îzeyên me hene, wek peyaner(muteşebîs) ên diyalog û piştgiriya mexdûrên jenosîdê:
-
Em bang dikin daku ji hêzên civakî ya sîvîl ve bê
nasandin û mehkum kirin.
-
Em ban li herkesî ku di vê cografyayê de dijîn, dikin.
Li hember jenosîda 1915ê de berpirsiyariya malbat û civaka xwe pirsiyar bikin,
hesab ji xwe bi xwe bipirsin.
-
Em didin xuya kirin, ku encam û berpirsiyari ya wê çi
dibe bila bibe, em li rastê xwe bi xwe hatinê amade ne, ji qurbanên civak û
gelê jenosîdê lêborînê dixwazin û em wê mîrata dîrokî nas û red dikin.
Yorumlar
Yorum Gönder